Amerîkayê cezayên nû li ser berpirs û piştevanên hikûmeta Şamê ferz kir

Bi armanca tengavkirin û dorpêçkirina hikûmeta Şamê, Amerîkayê cezayên nû li ser berpirs û piştevanên hikûmetê ferz kir.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê li ser malpera xwe ragihand ku Amerîka ku wê îro cezayên nû li ser rêxistin û kesayetên nêzîkî hikûmeta Şamê ferz kirin.

Wezareta karê derve ya Amerîka jî bi daxuyaniyekê ragihand ku îro di çarçoveya Qanûna Qeyser de cezayên aborî li ser 6 kes û 13 rêxistinên nêzîkî El-Esed ferz kirin..

Feyleqê 5’ê û fermandarê wê jî vê carê rastî cezayên aborî hatin.

Li gorî rêveberiya Amerîka wê berpirsên Sûrî û şirketên ku têkiliyên wê bi Serok Beşar El-Esed re hene ferz kirin.

Rêveberiyê bi bîr xist ku wê navên şêwirmendê malî yê Serokê Sûriyê Beşar El-Esed Yasir Îbrahîm, xwişkên wî Nesrîn û Rene Îbrahîm xistine lîsteya cezayan.

Li gorî wezareta Amerîkayê kesên ku rastî cezayan tên, wek çarçoveyekê ji bo Esesd û hevsera wî Esma kar dikin.

Washington bi rêya zexta ku li hikumeta Esed dike, dixwaze wê vegerîne diyaloga ku NY`î bi rêve dibe û şerê ku ji deh salan ve dest pê kiriye bi dawî bibe.

Back to top button