Çavdêriya Sûrî: Dewleta Tirk 850 çeteyên Sûriyê şandiye Azerbeycanê

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku jimara çeteyên Sûriyê yên ku dewleta Tirk ew şandine Azerbeycanê gihiştiye 850’î çete.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, jmara çeteyên Sûriyê ku dewleta Tirkiye ji bo li dijî Ermenistanê bide şerkirin şandiye Azerbeycanê gihiştiye 850’î kesî, her wiha di şer de jî 3 çete hatin kuştin.

Çavdêriyê beriya niha diyar kiribû ku 320 çeteyên dewleta Tirk yên li Sûriyê bi rêya şîrketên Tirk çûne Azerbeycanê.

Çavdêriyê diyar kir ku komên Ereb ên di bin kontrola dewleta Tirk de ne qebûl nakin biçin Azerbeycanê û piranî yên diçin ‘Tirkmenên’ ku piranî bi tevgera ‘doza mîllî’ diçin.

Çapemeniya Rûsya û Ermenistanê jî, nivîsand ku dewleta Tirk 4 hezar çete ji Sûriyeyê sewqî Azerbeycanê kiriye.

Çeteyên ku derdorî 1000-1500 dolar ji bo wan tên dayîn, piranî ji komên Sûltan Mûrat, Ebû Emşet, Sûleyman Şah, Mûntasir Bîllah, Tumena Hemza û koma Semerkantê ne.

Back to top button