Lihevkirina Misir-Libnan a gazê li benda erêkirina DYA yê ye

Bi hatina zivistanê re, Libnan dixwaze pêwistiyên xwe yên sotemeniyê ji Misirê peyda bike. Wezîrê petrolê yê Misirê Tariq El-Mela got, hîna rêveberiya DYA’yê erê nekiriye ku Misir gazê bi rêya ‘Xeta Erebî’ bigihîne Libnanê. Her wiha piştrast kir ku peywendiyên baş bi DYA’yê re hene.

Tariq El-Mela piştrast kir ku peywendiyên baş bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re di vê çarçoveyê de hene.

El-Mela destnîşan kir ku Misir û Lubnan gelek çareseriyên girêdayî sererastkirina warê kehrebeyê dinirxînin.

Tariq El-Mele got:

“Di gava yekemîn a çareserkirina warê kehrebeyê de Qahîre wê hebe.

Misir dê gazê bide heta ku stasyon werin xebitandin.

Cejna Noelê û sersalê dibe ku vê xebatê hinekî dereng bixe.

Bi destpêkirina sala 2022’an re gaz dê bigihêje Libnanê.”

Wezîrê petrolê yê Misirê piştrast kir ku dema lihevkirina gazê ya di navbera Libnan û Misirê de 10 sal e û got:

“Em bi aliyên navneteweyî yên têkildar re di danûstandinan de ne, heta ku di pêşerojê de tiştên ne di hesabê me de çênebin û Qanûna Qeyser neyê binpêkirin.”

Tarq El-Mela diyar kir ku pêwîstiya Libnanê bi îstiqrarê heye da ku xebatên lêgerîna petrol û gazê dewam bike.

Ji ber vê yekê jî pêwîstiya wan bi hêviyekê heye.

Back to top button