Êrîşa DAIŞ’ê li Iraq.. 2 polîsan jiyana xwe ji dest da, 5 jî birîndar bûn

Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyek çavdêriyê ya polîsên Iraqê kir û 2 polîs kuştin û 5 jî birîndar kir.

Desteya ragihandina ewlekariya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, DAIŞ’ê li herêma Şêx Îbrahîm a bajaroka Ducêl a parêzgeha Selahedînê, êrîşek li dijî benda polîsên tabûra 4 a Selehedînê kir.

Berî niha bi rojerkê jî efsrerkî û 3 leşkerên hêzên sînor di êrîşeke DAIŞ’ê de birîndar bûn.

Tê zanîn Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê, ji ber zêdebûna daxwazên derxistina hêzên biyanî ji Îraqê, operasyonên xwe li vî welatî rawestandiye.

Leave a Reply

Back to top button