The New York Times: Balafira Ukrayna bi 2 moşekan hat xistin

Rojnameya Amerîka New York Times ragihand ku balafira rêwiyan a Ukrayna ya li Tehranê , di nava 30 saniyan de bi du moşekan hatiye xistin.

New York Times’ê dîmenên nû yên dema moşek li balafirê dikevin weşand.

Li gorî wê, ev dîmen 7 kîlometreyan dûrî baregeha leşkerî ya Îranê hatiye kişandin.

Li gorî dîmenê kamîreyên çavdêriyê, di nava 30 saniyan de herdu moşek tên avêtin.

Tê zanîn roja 8’ê Çileyê Balafira Boeing 737 ya Ukranyayê dema ku ji Balafirgeha Xumeynî ber bi paytexta Ukraniyê Kîev ve difiriya, li ser asîmanê hat xistin û176 kesî jiyana xwe ji dest da.

Piştî gelek belgeyan Îran li xwe mikur hat ku hêzên wan ên leşkerî bi şaşîtî balafir anîne xwarê.

Leave a Reply

Back to top button