Wezîrê Derve yê Yekîtiya Ewropayê: Tirkiyê wê Lîbya veguherîne Sûriyeke nû

Piştî têkçûna danûstandinên li Moskovayê, Yekîtiya Ewropayê hişyarî ji bo destwerdana dewleta Tirk a li Lîbyayê da.
Yekîtiyê dewleta Tirk bi şandina çeteyan tawanbar kir û banga çarerseriyeke lezgîn li dewletên Ewropayê kir.
Di warê meydanî de jî, behsa agirbesta ku nehatiye erêkirin tê kirin.

“Enqere wê Lîbya veguherîne Sûriyeke nû.”

Hişyariyek bi vî rengî, li ser zimanê Wezîrê Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell hat kirin.

Di axaftina li pêşberî parlamena Ewropî de, Borrell destwerdana Tirkiyê ya li Lîbyayê şermezar kir û anî ziman ku êdî Lîbya ji dest wan diçe.

Wezîrê Ewropî got:

“Em dibêjin çareserî ne di rêya leşkerî re ye.. me ev slogan di şerê Sûriyê de jî got.

Me çi li Sûriyê dît?.. Me çareyeke leşkerî dît.

Aniha metirsî heye heman tişt li Lîbyayê dubare bibe.

Wezîrê Derve yê Yekîtiya Ewropayê: Tirkiye, çeteyan dişîne Lîbyayê û hîna jî wê bişîne

Josep Borrell, sedema sereke jî destwerdana Dewleta Tirk destnîşan kir ku ew çeteyan dişîne Lîbyayê.

Borrell, bang li welatên Ewropayê kir ku “dabeşkirina xwe ya navxweyî bidin aliyekî û bi giranî li ser bidawîkirina şerê li Lîbyayê bixebitin.”

Her wiha Wezîrê Derve yê Yekîtiya Ewropayê , hişyarî ji bo penaberên ber bi Ewropayê ve da û hêviya serketina danûstandinên kongreyê
Berlînê kir.

Ev daxuyanî di wextekê de hat ku, destwerdana Dewleta Tirk bû bendekî stûr li pêşiya pêkanîna agirbestê..

Parlamena Lîbyayê: Me û Artêşa Niştimanî ji ber çeteyên Tirkiyê agirbest îmze nekir

Serokê Parlamena Lîbyayê Uqeyla Salih ragihand ku ” ji ber destwerdana Dewleta Tirk, Parleman û Artêşa Niştimanî agirbest îmze nekir.”

Serokê parlamenê, her wiha Hikûmeta Wîfaq weke sedema hebûna dagirkeriya Tirkiyê nîşan da û da zanîn ku “wê NY ji nû ve meclisa serokatiyê ya vê hikumetê ava bike û paşê wê were pêşberî parlamenê.”

Hikumeta Wîfaqê
Artêşa Niştimanî bi binpêkirina agirbesta ne-îmzekirî tawanbar kir

Tevî hemû gotinên ne pêkanîna agirbestê, lê belê Tirkiyê û hevalbendên xwe wê didin pêş.

Berdevkê hêzên hikumeta Wîfaqê Mihemed Qinono artêşa niştimanî bi binpêkirina agirbesta ne îmzekirî tawanbar kir û got:

Artêşa Hefter li derdora el-Remla û Selahedînê agirbest binpê kir û li ser asmanî Terablusê digere, lê em amade ne bersiva wan bidin.

Leave a Reply

Back to top button