JI BO ÊRÎŞÊN LI BAKUR-ROJAVAYÊ SÛRIYÊ ”NY” KOMÎTEYEKE LÊPIRSÎNÊ AVA DIKE

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku der barê êrîş û şerê li Bakur-rojavayê Sûriyê komîteyeke Lêpirsînê hatiye avakirin.

Berdevkê Sekretêrê Giştî yê NY Stîvan Dogarîk bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo lêpirsîna der barê êrîşên li Bakur-rojavayê Sûriyê komîteyek hatiye avakirin.

Li gorî daxuyaniyê wê komîte di 30’ê vê mehê de dest bi kar û lêpirsînê bike.

Lêpirsîn jî wê têkildarî bûyer û êrîşên ku li herêmên ”Bêçek” pêk hatine be ango ji dema ku Rûsya û Tirkiye herêma ”Bêçek” ji 17 Îlona 2018an ve ragihandine.

Li gorî Stîvan Dogarîk ”Wê êrîş û bûyer werin destnîşankirin û ji bo sekretêrê giştî yê NY werin pêşkêşkirin”.

Di meha borî de NY ragihand ku ew ê Komîteyeke Lêpirsînê der barê êrîşên li dijî saziyên tenduristî û deverên sivîl li Bakur-Rojavayê Sûriyê, ava bike.

Ji aliyê xwe ve nûnerê Rûsyayê li NY Vazîlî Nebênziya di 3’ê vê mehê de tekez kiribû ku Rûsya amade ye der barê vê komîteyê de alîkar be.

Leave a Reply

Back to top button