RÊJÎM DERDORA NUQTEYEKE DEWLETA TIRK BOMBEBARAN DIKE

Binpêkirina agirbesta yekalî li herêmên ”Bêçek” berdewam e û rejîma Sûrî derdora nuqteyeke çavdêriyê ya dewleta Tirk bombebaran dike.

 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku balafirên şer yê rejîma Sûrî ji vê sibehê ve bi dehên moşekan gundewarê Idlibê yê başûr û başûr-rojhilat, her wiha gundewarê Lazqiyê û Helebê kirin armanc.

Her wiha rejîmê di armancgirtina gundewarê rojavayê Hemayê de bi dehên topban derdora Nuqteyên bi navê Çavdêriyê yên dewleta Tirk kirin armanc.

Çavdêriya Sûrî destnîşan kir ku balafirên şer ên rejîmê duh ji bajarokê Xan Şêxûnê bajarê Me’eret Nu’man armanc girt.

Di encam de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 6 sivîl birîndar bûn.

Li aliyekî din û di encamê armancgirtina rejîma Sûrî ji bajarokê Kefer Nubil li gundewarê başûrê Idlibê re zilamek û jinek ji heman malbatê jiyana xwe ji dest da.

 

Leave a Reply

Back to top button