Salvegera 7. a şahadeta Nûçegihanê Ronahî TV Mistefa Mihemed

Îro salvegera 7’an a şehadeta nûçegihanê me Mistefa Mihemed e.
Ji bo ragihandina rastiyê ji destpêka şoreşa Rojava ve bi dehan rojnameger û xebatkarên çapemeniyê şehîd bûne Rojnemevan Mistefa Mihemed jî yek ji wan pakrewan û şervanê heqîqetê bû.
Rêhevalên wî derbarê kesayeta wî de axivîne em bi hev re guhdar bikin.

Mistefa Mihemed, Nûçegihanê Ronahî TV ji gundê Yabsê yê Girê Spî ye.

Mistefa beşê ragihandinê li Zanîngeha Şamê qedandiye û di sala 2015’an dest bi karê rojnamegeriyê dike.

Ji Kobanê heta Girê Spî û Minbicê Mistefa gelek pêngavên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şopandine.

Di 18’ê Tîrmeha 2018’an de di dema ku pêngava rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê dişopand, di encama teqîna mayînekê de şehîd bû.

Hevrêyê şehîd Mistefa, nûçegihanê Ronahî TV`yê Mihemed Mistefa bi van gotinan behsa hevalê xwe dike.

Mihemed diyar kir ku Mistefa girîngî dida detayên biçûk û nedixwest kêmanî di karê wî de derkevin.

Mihemed bi bîr xist ku şehîd Mistefa hertim dixwest şoreşa rojava ji gel û cîhanê bide nasîn ji bo vê jî bernameyek ku wî bi xwe formatê wê pêşinyar kiribû bi navê “Îdaat” pêşkêş kir.

“Em ê li ser xeta şehîd Mistefa xebatên xwe bidomînin”

Mihemed di salvegera şehadeta hevrêyê xwe Mistefa soza domandina têkoşînê bi hevalê xwe yê şehîd re da û got:

” Divê em pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin, karên ku ji me tê dixwestin ragihînin, gel û cîhanê re û li ser xeta şehîdan û şoreşê em têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button