Kobanê-2 Şehîd bi merasimekê hatin oxir kirin

Li Kobanê Cenazeyên şehîd Ebdulqadir Mihemed û Şiyar Girik li Goristana Şehîdan a Şehîd Diclê bi merasîmekî hatin oxirkirin.

Şervanên Hêzên Asayîşê Ebdulqadir Mihemed û şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şiyar Girik duh ji ber nexweşiyê şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên herêma Firatê bi merasîmeke girseyî cenazeyên her du şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê veşartin.

Di merasîmê de kesên ku axivîn sersaxî ji malbatên şehidan re xwestin û gotin :

“Bi saya têkoşîna şehîdan em gihiştine vê astê. Hêzên dijber dixwazin tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxin û destkeftiyên şehîdan têk bibin.

Em gelê Kurd û Ereb em ê li hemberî dagirkeriyê bisekinin. Bila her kes bizanibe Kurd û Ereb yek in û tu kes nikare tevliheviyê bixe navbera me.”

Piştî axaftinan wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û bi dirûşman şehîd hatin oxirkirin.

Back to top button