Viyan Soran di peyamek xwe ya ji bo gelê Başûrê Kurdistanê de ev bang kiribû; “Dixwazin Başûrê Kurdistanê ji parçeyên din dûr bixin, Kurdan li hev bixin, di vê mijarê de baweriya min bi berxwedana gelê me heye. Ji ber ku gelê Başûr gelek fedayî ye. Gelê Helebçe, raperîn û azadiyê ye.”
Viyan Soran ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê û dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan 2’ê Sibata 2006’an çalakiyek pêk anî.
Şehîd Viyan Soran li pey xwe gelek nivîs û peyam hişt.
Şehîd Viyan Soran di nameya ji bo Gelê Başûrê Kurdistanê de, gotibû; “Divê hûn hemû destkeftî û derfetan ji bo piştevaniya çalakiyên li parçeyên din bikar bînin”.
Viyan Soran: Gelê Başûr gelek fedayî û berxwedêr e
Ya îro li Kurdistanê hatiye bidestxistin, pêşketinên ku we welatparêzan kêfxweş dike bi berdêl û qûrbaniyên giran ên mîna Helebçe, Enfal, koçberî, mirin û talanê hatiye bidestxistin.
Ji ber vê yekê ji bo parastina vîna gelê Kurd, pêşxistin, demokratîkirina Iraqê, pêşxistina sîstema demokratîk, erkek mezin dikeve ser milê her ferdekî Kurd ê bi şeref û keramet.
Dixwazin Başûrê Kurdistanê ji parçeyên din dûr bixin, Kurdan li hev bixin. Li aliyekê PKK xistin lîsteya terorê, Rêber Apo girtin, li aliyê din, erêkirina lîderên li Başûr û federasyona Kurd ne tişteke tesadûfî ye.
Li ser vê bingehê bang li hemû Kurdên Başûrê Kurdistanê dikim ku li ber şoreşa Bakurê Kurdistanê bêdeng nemînin û bi bêperpirsyar nebin.
Ji ber ku bêdengî tê wateya mirinê. Wê bibe sedem ji destçûna destketiyên li Başûrê Kurdistanê. Ji ber vê yekê jin, zarok, ciwan, kal û rewşenbîr tev bi hev re, referandûma demokratîk û Rêber Apo biparêzin, wî weke vîna siyasî qebûl bikin.
Divê hûn hemû destkeftî û derfetan ji bo piştevaniya çalakiyên li parçeyên din bikar bînin.
Di vê mijarê de baweriya min bi berxwedana gelê me heye. Ji ber ku gelê Başûr gelek fedayî ye. Gelê Helebçe, raperîn û azadiyê ye.



