Şêx û rûspiyên navçeya Holê: QSD hêza me ye em bi wî re ne

Şêx û rûspiyên navçeya Holê têkildarî operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ û bûyerên demên dawî rû dan daxuyaniyek dan û piştgiriya xwe ji QSD ê re ragihandin.

Şêx û Rûspiyên navçeya Holê piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re ragihandin û gotin:

“Operasiyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ li ser daxwaza şêx û rûspiyên Dêra zorê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê û binpêkirinên ku ji aliyê Ehmed El Xibêl bi nasnav Ebû Xewla hatedest pê kirin .

Ji bo wê jî em weke şêx û rûspiyên navçeya holê piştgiriya vê operasyonê dikin û li gel hêza xwe QSD’ê ne.”

Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser hawildanên hêzên derve li ser têkbirina ewlehiya herêmê û hate gotin ku tewleta tirk di serî de hêzên derve dixwazin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin.

Şêx û Rûspiyan wiha berdewamî dan axaftina xwe:

“Hemû hawildanên ku hatin kirin ji bo fitneyê di navbera kurd û ereban de derxin û jiyana hevbeş têk bibin.

Lê negihan armanca xwe berovajî wê rastî hevgirtina pêkhateyan hatin.

Ji ber ku hemû êşîr li dora QSD’ê kom bûne ji ber ku QSD ji hemû pêkhateyên herêmê pêk tê.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku QSD bi operasiyona xurtkiirna Ewlehiyê eşkere kir ku ew hêz û baweriya gelê herêmê ye.

Back to top button