Li Fasê erdhej: Jimara kesên mirîn gihişt 2122’an

Li Fasê erdheja wêranker bîlançoyek giran li pey xwe hiştiye.
Ji mara kesên jiyana xwe ji dest dayîn gihişt 2 hezar û 122’an.
Leşker û tîmên rizgariyê yên welatên biyanî hewil didin xwe bigihînin gundên asê yên agahî ji wan nayên girtin.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên piştî erdheja 6,8 ku şeva Înê li welatê Fasê yê Bakurê Afrîkayê pêk hat, dewam dikin.

Li gorî daxuyaniyên fermî di erdhejê de herî kêm 2 hezar û 122 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha bêtirî 2 hezar û 421 kes jî birîndar bûne.

Li gorî televîzyona dewletê ya Fasê, li herêma El Huz a navenda erdhejê bêtirî 18 hezar malbat mexdûr bûne.

Sê roj piştî erdheja dijwar, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê bi hêviya dîtina kesên ku di bin xirbeyan de mane, xebatên xwe zêde kirin.

Li Fasê erdhej: Têkoşîna bi demê re didome

Li gorî pisporan 72 saet sînorê herî jor e ku mirov dikare bê av bijî.

Hat diyarkirin ku li Çiyayê Atlasê ji ber erdhejê gelek gund wêran bûne.

Leşker û tîmên alîkariyê yên biyanî bi kamyon û helîkopteran, hewil didin xwe bigihînin gundên dur yên ku heta niha alîkarî negirtine.

Li gorî malpera nûçeyan a Fasê Online News, wesayîtên leşkerî yên bi buldozer û alavên lojîstîk barkirî hewl didin rêyên ku ji ber erdhejê zirar dîtine vekin da ku ambulans derbas bibin.

Hat ragihandin ku li Marakeş û derdora wê şeva sêyemîn li pey hev gel li kolanan û li cihên din ên li derveyî malê razan.

Tenê pêşniyarên alîkariyê yên çar welatan hatin qebûlkirin

Di serî de Almanya û Tirkiye jî gelek welatan berê xwe dabûn Fasê.

Lêbelê, Fasê di destpêkê de tenê pêşniyarên alîkariyê ji çar welatan qebûl kir.

Wezaretê spasiya welatên din ên ku alîkarî pêşkêş kirin kir û got;

Ev biryar bi “nirxandina hûrgilî ya hewcedariya li herêmê” hate girtin.

Hat diyarkirin ku saziyên alîkariya mirovî yên Almanyayê tîmên xwe yên ku amade bûn biçin Fasê, vegerandin malên wan.

Li aliyê din hat diyarkirin ku Erebîstana Siûdî wê piştgiriyê bide Fasê.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî (SPA) doh ragihand ku Qral Selman Bin Ebdulezîz El Siûd û Mîr Mihemed Bin Selman fermana avakirina pireke hewayî ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo Fasê dane.

Tê zanîn ku Erebistana Siûdî û Fasê têkiliyên dostane hene.

Ji aliyê din ve hikûmeta Fasê ragihand ku ji bo mexdûrên erdhejê wê sindoqeke alîkariyê ya taybet bê avakirin.

Erdheja navborî di dîroka Fasê de karesata herî dijwar a erdhejê ye.

Li Fasê erdhej: Jimara kesên mirîn gihişt 2122’an

Back to top button