3 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê li Şedadê ji aliyê sedan kesî ve hatin oxirkirin.
Şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Ilêwî, Hesan Silêman El-Hemûd û Mazin Mehmûd El-Şêx şehîd bûn.
Ji bo oxirkirina cenazeyê her 3 şehîdan merasîmek li goristana şehîdan a navçeya Şedadê hat lidarxistin.
Di merasîmê de li ser navê Meclisa Leşkerî ya Şedadê axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopnadina rêya wan nû kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê her sê şehîdan di nava sloganan de hatin veşartin.