Macron: Konseya Giştî ya NY nikare çareseriyên pêwîst peyda bike

Êdî Konseya Giştî ya NY nikare çareseriyên pêwist peyda bike. Serokomarê Fransa Emmanuel Macron bi vê gotin, rewşa li nava Ewropayê raxist berçavan.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser mijarê ji çapemeniya Fransa re axivî.

Macron anî ziman ku ji ber di gelek aliyan de hevkarî kêmbûye ew lewaz bûne.

Bi gotina, “Konseya Giştî ya NY êdî nikare çareseriyên guncaw peyda bike.” careke din balkişand ser xwe û wiha got:

Ev neçarim bêjim.

Wek mînak di hevnegirtina bi Rêxistina Tenduristiya Cîhanî re jî rewşa me diyar dike.

Macron par di axaftina xwe ya li Civata Giştî ya NY de diyar kiribû ku divê êdî welatên navnetewî ne tenê li şerê di navbera DYA û Çînê de temaşe bikin.

Back to top button