Şêniyên Til Hemîsê ji bo piştgiriya QSD’ê meşiyan

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê ya Qamişlo ji bo piştgiriya QSD′ê meşek li dar xistin.
Şêniyên Menbicê ji bo piştgiriya QSD daketin qadan û banga yekîtiyê li gelên herêmê hat kirin.

Şêniyên bajarokê Til Hemisê ji bo piştgiriya bi QSD’ê re meşek lidarxistin.

Bi sedan şêniyên navçe, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rûspiyê eşîran beşdarî meşê bûn.

Meş ji pêş avahiya Meclisa Navçeyê ya Til Temîsê dest pê kir û heta çerxeriya Sewami meş vegerî mîtîngê.

Di meşê de rûspiyê eşîra El Şemer Mihemed El Şemerî piştgiriya eşîrên herêmê ji Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” re nîşan da û li ser bûyerên li Dêrazora wiha axivî:

“Tiştê li Dêrazorê çêbûye, berê hatibû plankirin.

Armanca wê hevgirtinên eşîrên Ereban û QSD′ê û aramiya herêmê têk bibin.

Armanca vê planê ew bu ku çeteyên dewleta Tirk bikarin bi hêsanî herêmên me dagir bikin.”

Şervanê QSD′ê Mahir Ehmed jî wiha got:

“Tiştên îro li ser çapemeniyê derdikevin fitineyek e ji hêla dewleta Tirk a dagirker û rejîma sûriyê pêk tên.

Bi van kiriyaran dixawazin tevlehviya derxin ku aramî û ewlehiya herêmê têk bibin.

Lê em wek şervanên QSD’ê heta serkeftinê em ê têkoşînê bilind bikin.”

Meş bi diruşmên silavkirina QSD′ê bi dawî bû.

Back to top button