MÎTa Tirk welatiyek ji Raco revand

Mîna her roj kiryarên derexlaqî li herêmên dagirkirî pêk tên.
Mîta Tirk li Raco welatiyek û li Efrînê bijîşkek revandin.
Li Girê Spî jî dewleta Tirk ciwanek qetil kir

Hovîtî û binpêkirinên li hermên dagirkirî ji aliyê çetayên dewleta Tirk a dagirker ve rojane berdewam dikin.

MÎT’a Tirk ev cara 2’emîn e ku welatiyekî ji şêniyên navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî direvîne.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker MÎT’ê welatiyê bi navê Esmet Mihemed ê ji navçeya Raco ya Efrînê 5’ê Îlonê revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Hat zanîn ku ev cara 2’emîn e Mihemed tê revandin.

Hat diyar kirin ku ji destpêka dagirkirina Efrînê de Esmet Mihemed hatibû revandin.

MÎTa Tirk li Efrînê bijîşkek revand

Li aliyekî din hat ragihandin ku îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker MÎT’ê, bijîşkê bi navê Lazgîn Salih ê ji gundê Korzêlê yê Şêrawayê 5’ê Îlonê revand.

Hat zanîn çeteyên dewleta Tirk yên bi navê koma Ehrar El Şerqiye 29’ê Gulana 2018’an jî bijîşk ji mala wî ya li navenda Efrînê revand û malbata wî ji malê derxist.

Kel û pelên wî yên kilînîkê dizîn û piştî dayîna pereyan ew berdan.

Dewleta Tirk li Girê Spî ciwanek qetil kir

Hemwextî kiryarên li Efrînê, li Girê Spî ya dagirkirî jî heman kiryar dewam dikin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, çeteyan li Kantona Girê Spî êrîş birin ser ciwanekî.

Hat ragihandin ciwanê bi navê Mihemed Xelîl El Mihemed ê ji Êla Cîs di encama êrîşê hate qetilkirin.

Çeteyan Şiyar Şêxo yê ji Bilbilê revandin

Back to top button