Li bajarê Sexnê yê Humsê, 4 leşkerên hikûmeta Şamê di encama kemîneke DAIŞ’ê de hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê kemînek, li ser rêya di navbera Şam û Dêra Zorê de vegirtibû.
Di encamê de, 4 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û hejmarek hat birîndarkirin.
Beriya vê yekê di 15 Sibatê de jî, 22 leşkerên hikûmetê di encama şerê li dijî DAIŞ’ê de hatibûn kuştin.
Artêşa hikûmetê bi topan deverin li Idlib û Hemayê kirin armanc
Li aliyekî din jî, heman çavkaniyê diyar kir ku, artêşa hikûmeta Şamê, 9 deverên li Idlib û Sehl El-Xab a Hemayê bi topan kirin armanc, lê heta niha ti agahî der barê encama êrîşê de nihatine biparvekirin.
Her wiha balafirên keşfê yên Rûsî bê rawestandin li asîmanê Idlibê digerin.