Şêrawa û derdora kampa Serdemê hatin topbarankirin

Weke her carê, şevê din jî hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên xwe koçberên Efrînê li herêmên Şehbayê dan ber topan û tê gotin birîndar hene.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe gundê Soxanekê, Kiştearê û Bênê yên navçeya Şêrawayê ya herêma Efrînê topbaran kirin.

Dagirker û çeteyên xwe derdora gundê Til Sosinê, dorhêla kampa Serdemê ya li heman gundî û her wiha gundê Til Qirahê jî bi 25 topan kirin armanc.

SOHR: Di nav de zarok, 9 kes di êrîşa li ser Efrînê de birîndar bûn

Li gorî Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, ji ber êrîşên hovane yên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê, zarok jî di nav de, 9 kes birîndar bûne.

Back to top button