Koçberên Serêkaniyê: Divê DAIŞ û dagirkeriya Tirk ji bajarên me werin derxistin

Koçberên Kampa Waşokanî yên Serêkaniyê derbarê kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li bajarên wan bang li Koalîsyona Navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku DAIŞ û dewleta Tirk ji bajarên wan derxînin.

Meclîsa Kampa Waşûkanî derbarê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li bajarê wan daxuyaniyek da.

Hevserokê Meclisa Kampa Weşûkanî Elaa Elî daxuyanî xwend.

Daxuyaniyê de hat diyar kirin dewleta Tirk a dagirker bicihkirina malbatên çeteyên DAIŞ’ê li şûna şêniyên resen, demografiya herêmê diguhere û siyaseta Tirkkirinê dimeşîne.

Hat diyar kirin kuştina serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Subahî El Îbrahîm ya li gundê Edawniye yê Serêkaniyê ji aliyê Koalîsyona Navnetewî de nîşan dide ku dewleta Tirk piştgiriyê dide DAIŞ û çeteyan dihewîne.

Hat diyar kirin ku divê Koalîsyona Navneteweyî şerê çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmên dagirkirî bike.

Koçberan bang li Koalîsyona Navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker ji Serêkaniyê derxin û da ku xelqê wê vegere ser cih û warê xwe.

Back to top button