‘Konferansa mezin’ a Partiya Çep a Kesk tê li dar xistin

Partiya Çep a Kesk bi beşdariya 800 delegeyan konferansa xwe ya mezin li dar dixe.
Di konferansê de hevberdevkên partiyê polîtîkayên şer ên desthilatê, pirsgirêka Kurd û Tecrîd nirxandin.
Ji bo têkoşîna li dijî polîtîkayên desthilatê hevberdevkan rêya sêyemîn destnîşan kirin û banga têkoşîna hevpar li her kesî kirin.

Partiya Çep a Kesk bi dirûşma “Rexistin Azadî ye”li paytexta Tirkiyê Enqereyê konferansa xwe ya mezin li dar dixe.

Ji Kurdistan û Tirkiyê 800 delege tev li konferansê bûn.

Di Konferansa ku wê 2 rojan dewam bike de pêşniyarên wê gel bên nîqaşkirin û nexşe rê were eşkere kirin.

Konferans, bi hilbijartina dîwanê û deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre jî Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin axivîn.

Hevberdevkan îşaret bi polîtîkiyên şer ên desthilatê, pirsgirêka Kurd û tecrîdê kirin.

YSP: Sedama bingehîn a krîzan neçareserkirina pirsgirêka Kurd e

Ji ewil Îbrahîm Akin axivî û bibîrxist sedama bingehîn a krîzên li welêt, neçareserkirina pirsgirêka kurd e.

Akin diyar kir berdela van krîzan jî gelên Tirkiyê didin

“Divê tecrîd weke sepaneke li dijî şexsekî tenê neyê fêmkirin”

Bi domdarî Akin bal kişande ser tecrîda girankirî a li dijî Rêber Apo û wiha dewam kir:

Mijara tecrîdê divê ne weke sepaneke li dijî şexsekî tenê were famkirin.

Mesele bi polîtîkaya tecrîdê ya li dijî derdorekê dest pê kir lê niha li tevahiya Tirkiyê belav dibe.

Lewma divê muxalefet jî li gorî vê rastiyê siyasetê bike.

YSP: Vebijêrka me rêya seyêmîn e

Têkildarî stratejiya têkoşîna li dijî desthilatê û xebatên wê, Akin rêya sêyemîn destnîşan kir û got:

Hemû bindestên vî welatî dê bi saya vebijêrka rêya sêyemîn pêşeroja xwe ava bikin.

Piştî Akin, hevberdevk Çîgdem Kiliçgun Uçar mafê axaftinê wergirt.

Çîgdem Kiliçgun di destpêkê de bi lêv kir ew li ser destkeftî û cewhera paradîgmaya HDP’ê bi hev re ne.

Paşê Çîgdemê polîtîkayên şer ên desthilatê û encamên wê nirxand û wiha got:

Divê em di vê konferansê de herî zêde li ser aboriya şer a AKP’ê biaxivin ku wê li ser pêyan digire.

YSP: Tişta li Dêrazorê diqewime, Kobanê ya duyemîn e

Bi vê yekê re girêdayî Çigdemê îşaret bir êrişên li dijî Rojava kir û wiha got:

Hemû cihan li provakasyona Dêrazorê dinêre.

Tişta li Dêrazorê diqewime, Kobanê ya duyemîn e.

Yên ku wê rojê li benda ketina Kobanê, faîlên aloziya li Dêrazorê ne.

Me berxwedana Kobanê çawa parastibe dê têkoşîna hevpar a gelên kurd û ereb jî biparêzin.

Li dijî polîtîkayên desthilatê banga têkoşîna hevpar

Di dawiya axaftina xwe de Hevberda Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar li dijî polîtîkayên desthilatê ên qirker banga têkoşîna hevpar li her kesî kir.

Back to top button