Li Dêrazorê di navbera komên çekdar ên girêdayî hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ′ê de şer derket, di encamê de 9 kes hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di navbera komên Dîfa El Wetenî, Lîwa El Qudis ên girêdayî hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de li beyarê Şola yê Dêrzorê şer derket.
Hat ragihandin di encamê de 9 kes hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn.
Li gorî çavdêriyê ji wan koman 6 û 3 jî ji şivanan hatin kuştin.
Li gorî agahiyan 5 şivan jî hatine revandin.
Hat diyarkirin li asîmanê herêmê jî balafirên şer ên Rûsyayê geriyan.