KCDK-E û FED-GEL ji bo Rifat Çelebî peyama sersaxiyê weşandin

KCDK-E û FED-GEL ji bo Rifat Çelebî peyama sersaxiyê weşandin.
Aliyên navborî di peyamên xwe de diyar kirin ku ewê bîranînê Rifat Çelebî her tim zindî bihêlin û xwedî keda wî derkevin

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî ya Ewropayê (KCDK-E) bi boneya wefata Rifat Çelebî ku bavê Huseyîn Çelebî yê kadroyekê pêşeng ê PKK’ê ye, peyama sersaxiyê weşand.

Di peyama KCDK-E’yê de wiha hat gotin:

“Mamê me Rifat ê fedakar, kedkar, welatparêz-şoreşger jiyana xwe ji dest da.

Rifat Çelebî, xwe fedayê têkoşîna azadiya Kurdan kir, kesekê mînak bû, gelê me hez jê dikir, rêz jê re digirt.

Kurd, di têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê de, wê her tim wî bibîr bînin.”

Heman awayî Federasyona Gelan a Kurdistanê (FED-GEL) jî peyamek sersaxiyê weşand û got:

“Rifat Çelebî sala derbasbûyî tevlî faaliyeta wêjeyî ya ku her sal bi navê Şehîd Huseyîn Çelebî tê lidaxistin bû.

Gotibû ‘ez 86 salî me û heya dawî di vê têkoşînê de cîh bigirim. Xwedî ziman û nasnameya xwe derkevin.’

Em jî soza xwe jê re nû dikin û dibêjin giyana te sax be, emê xwedî li keda te derbikevin.”

Back to top button