Enstîtûya Pey ya Çavdêrîkirin û Nirxandina Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê li ser aloziya îro li Parlementoya Kurdistanê qewimî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin îro Parlementoya Herêma Kurdistanê bi atmosferek dijwar û aloziyan re rûbirû maye û wiha hate gotin;
“Li parlementoyê ji derveyî rêzikname û yasayan nêzîkatî hatine nîşandan.
Mixabin ev saziya girîng ji aliyê hêzên desthilatdar ve dîl hatiye girtin.
Diviyabû niha Parlementoya Herêma Kurdistanê di pêvajoya xurtkirin û pêşketinê de bûya, ne ku bi vî awayî were bêqîmetkirin.”
Di daxuyaniyê de PDK û YNK hatin hişyarkirin û bang li wan hate kirin ku di berjewendiyên gel û statûya Herêmê de li erk û berpirsyartiyên xwe derbikevin
Iraq: Em ji bo pêşengtiya ji hilbijartinên li herêmê re amade ne
Li aliyê din, têkildarî lidarxistina hilbijartinên li herêmê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê nivîsekê pêşkêşî Dadgeha Federal a Iraqê kir.
Komîsyonê ragihand ku ji bo pêşengtiya ji hilbijartinên li Herêma Başûrê Kurdistanê re amade ye.