Parlamenterên PDK’ê û YNK’ê bihev ketin

Dihat payîn ku parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê derbarê hilbijartinan de bicivin.
Lê PDK û YNK di rûniştina li ser hilbijartinên herêmê de li hev nekirin û bi hev ketin.

Dihat payîn ku parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê derbarê hilbijartinan de bicivin.

Seroka Parlamentoyê Rêwaz Fayîq ji bo parastina yekrêzî û niştimanî ya hêzên siyasî biryar da ku civînê taloq bike.

Piştî ku civîn hate taloqkirin, Alîkarê Serokê Parlamentê Hêmin Hewramî daxwaz ji parlemeteran kir ku li gel domandina civîna parlamentê ye, xwe nîşan bide.

Li ser vê yekê di navbera Parlamenterên YNK û PDK’î de alozî derket.

Piştî vê parlamenteran êrişî hev kir û şer derket.

Back to top button