KNK’ê banga rêvekirina li ber şandeya Aştiyê kir

Duh hin dostên Kurdan ji bo ku li hember dagirkeriyê helwest nîşan bidin çûn Hewlêrê, lê ji aliyê rayedarên PDK’ê ve hatin dersînorkirin. KNK’ê nerazîbûn nîşanî vê yekê da. Her wiha KNK’ê ji gel û hêzên Kurd jî xwest ku li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabin û xwedî li berxwedana gerîla derkevin.

Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî astengiyên rêveberiya PDK’ê yên li pêşiya dostên Kurdan datîne, daxuyaniyek da.

KNK’ê diyar kir ku hin dostên Kurdan ji bo ku li gel xwedî derkevin û li hember dagirkeriyê helwest nîşan bidin çûn Hewlêrê.

Lê mixabin hinek rayedarên Hewlêr, van dostan asteng dikin û nahêlin rehet karê xwe bikin.

KNK’ê anî ziman ku bi navê wezareta navxwe daxuyanî tên dayîn û wan kesan weke dijî Asayîşa herêmê nîşan didin û got,

Ew daxuyanî û ew îdîa ji rastiyê dûrin û nakevin xizmeta gel û berjewendiyên herêmê de.

Tiştekî bi wî rengî nîne, ew kes bi tamamî ji bo piştgiriya gelê Kurd çûne wê derê û dostên gel in..

Wan kesan û hevalên wan, di berxwedana gelek deverên Kurdistanê, cihê xwe li cem gel û berxwedêrên Kurd girtine û bedel dane.

Her weha van kesan di asta cîhanî de doza gelê Kurd bi awayekî pozîtîf dane naskirin û weke dîplomatên Kurd xebitîne.

Ew niha jî bi vê helwestê hatine Kurdistanê. Ew mêvanên ezîz ên Kurdistanê ne.

KNK’ê bang li hikûmet û asayîşa başûrê Kurdistanê kir ku van dostan asteng nekin, rê li ber wan xweş bikin û wan weke mêhvan bibinîn.

KNK’ê bang li hemû hêz û rêxistinên Kurdistanî û gelê başûrê Kurdistanê kir ku li hember êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk, helwestê nîşan bidin û xwedî li berxwedana gerîla derkevin.

Back to top button