Welatên G7 wê 1 milyar derziyên li dijî Covid-19 bibexşînin

Lîderên Koma G7 di roja 3. a civîna xwe ya li Ingilistanê de, ragihandin ku wê 1 Milyar derziyên li dijî Covid-19 bibexşînin.
Serokê DYA Biden li dijî Çînê projeya “Ji bo cîhanê ya hîn baştir ava bike” pêşkêş kir.
Li dijî helwestên, welatên G7 ya dijberî Çînê ji Pekînê bertekên tund derket.
Pekînê got,
Ew rojên ku biryarên cîhanî ji hêla komek piçûk ve hatin ferz kirin derbas bû.

Ev sê rojbûn 47. a Civîna G7 ku lîderên 7 welatên aboriya xwe herî pêşkeftî yên cîhanê li Ingilistanê pêk dihat.

Di civînê de lîderê Brîtanya, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, DYA, Konse û Komisyona Yekîtiya Ewropa amade bûn.

Lîderan di encama civînê de, ku lihevhatin ku 1 mîlyar derziyên li dijî Covid-19 bi welatên G20’ê re peyda bikin û bibexşînin.

Lîderan bi daxuyaniyekê encamên civîna xwe ragihandin.

Li gorî daxuyaniya du çavkaniyên dîplomatîk, hate diyarkirin ku pêşnûmeya dawîn a daxuyaniya hevpar bi piranî di şeva Şemiyê de, piştî roja duyemîn a lûtkeyê, qediya.

Lîderan balkişandine li ser kêmkirina bandora Çînê ya di warê aborî de.

Ji bo vê yekê jî pêşniyarên xwe pêşkêş kirine.

Serokê DYA Joe Biden got, Çîn ji bo binesaziya welatên pêşkeftî baştir bike wan finanse dike, lê diheman demê de, bi “dîplomasiya deyn” hewil dide deynê hin welatan jî zêde bike.

Biden li dijî vê yekê pêşniyara “Ji bo cîhanê ya hînbaştir ava bikin” kir û got:

Ji bo hevkariya binasazî û zelaliyê bi afrênin wê alîkariya 20 trilyon dolarî ji bo welatên pêşkeftî heta 2035’an pêşkêş bike.

Çîn: Hewildanên avakirina eniyeke li dijî pekînê wê têk biçe

Li dijî helwesta welatên G7 ji Pekînê daxuyaniyên hêrsê derketin.

Wezareta Karên Derve ya Çînê bi daxuyaniyekê bertek nîşanda û got, Waşîngton bi sorkirina welatan pevçûnên heyî sortir dike.

Bi vê yekê ji dixwazin eniyeke yekgirtî li dijî Pekînê ava bike.

Hewildanên damezrandina eniyek dijî Pekîn wê têk biçin û nêzîkbûnek bêalî û aqilane ji têkiliyên navneteweyî re pêwist dike.

Back to top button