Zagona Qeyser û nakokiyên di nava malbata El-Esed de

Wezareta hikumeta Şamê amadekariyên diyarkirina kesekê ji bo şopandina şirketa Sirye Tel dike. Li dijî vê yekê, Kur-Xalê Beşar Esed, Ramî Mexlûf jî hişyariya vê yekê da.

Piştî daketina nirxê lîreya Sûrî li beramberî dolar û şiyariyên Ramî Mexlûf her wiha nêzîkbûna pêkanîna qanûna Qeyser li ser hikumetê metirsiya krîzeke aborî xwe daye der.

Di vê derbarê de parlamenterê hikumta Şamê î Wedah Mûrad şiyarî ji girtina kargehên derman piştî bidawîbûna dermanê heyî di depoyan de da.

Girêdayî wê karsazê Sûrî Ramî Mexlûf bi rêya torên medyaya civakî got,

Nakokiyên di navbera wî û hikumetê ya derbarê şîrketa Syriatel de dê di rojên pêş de zelal bibe.

Mexlûf erkdarkirina kesekî ji aliyê dadweriya hikumetê ya ji şopandina şirketê, weke binpêkirina zagonan binav kir.

Beriya demekê wezaretê dadê ya hikumetê birayê hevjîna Serokê Hikumeta Şamê wek nobedarekî dadwerî li ser pereyên Ramî Mexlûf ên desteserkirî, erkdar kiribû.
.

Back to top button