Şerê li Sûdanê: 20 leşkerên Hêzên Piştevaniya Bilez hatin kuştin

Bi gurbûna şerê li Sûdanê re, 20 leşekên Hêzên Piştevaniya Bilez hatin kuştin.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûdanê jî şer wekî “metirsîdar” bi nav kir û bang li herdu aliyan kir ku dawî li şer bînin.

Li gorî çapemeniya Erebî, çavkaniyên ji artêşa Sûdan daxuyandin ku dema Hêzên Piştevaniya Bilez hewl daye êrişî hêzên artêşê bike.

Di şerê derketî de, 20 leşkerên Hêzên Piştevaniya Bilez hatine kuştin.

Li aliyekî din Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûdanê doh bang li artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez kiribû ku dawî li şer bînin û gihandina alîkariyên mirovî asteng nekin.

Balyozxaneyê di daxuyaniya xwe de, bîlançoya şer û rewşa mirovî wekî “metirsîdar” bi nav kiribû.

Fermandarê Hêzên Piştevaniya Bilez Himêdtî jî got:

“Em ji kesên ji ber şer bandor bûne, lêborînê ji gelê Sûdanê dixwazin.”

Himêdtî diyar kir ku çareseriya krîza Sûdanê bi guhartina fermandarên artêşê pêkane û eger ev yek pêk were dikarin di 72 saetan de bigihîjin lihevkirinê.

NY plan dike ku alîkariya 3 mîlyon penaberên Sûdanî bike

Back to top button