Bunyamîn Şeker: 29 Meh in tu xeber nayê girtin

Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP’ê Bunyamîn Şeker û Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Serdar Tum destnîşan kirin ku xebernegirtina ji Rêber Abdullah Ocalan encama polîtîkayên şer e.
Siyasetmedaran ji hemû hêzên muxalif yên Tirkiye daxwaz kirin ku bi têkoşîneke hevpar tecrîd û lîstikên dewletê pûç bikin.

Li dijî pergala ûşkence û tecrîda girankirî ku li hemû qadên jiyanê yên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê belav bûye bertek zêde dibe.

Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Parêzer Bunyamîn Şeker li ser mijarê nirxandin kir.

Bûnyamîn Şeker diyar kir ku ne pêkan e ku mirov agahînegirtina 9 mehan ji Îmraliyê bi hiqûqê rave bike û got:

Tiştekî wiha ne di peymanên navneteweyî ne di hiqûqa gerdûnî û ne jî di hiqûqa Tirkiyê de heye.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi dehan caran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daye, lê heya niha gavek jî nehatiye avêtin

Bunyamîn Şeker: Tecrîd encama polîtkayên şer in

Şeker destnîşan kir ki dewletên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe tecrîdê dirêj dikin û wiha got;

Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de, ne li dervî polîtîkayên şer in

Li her çar parçeyan li hemberî kurdan êriş hene.

Ji bo ev yek bi ser bikeve tecrîda li ser birêz Ocalan tê domandin û dirêjkirin.

Bunyamîn Şeker: Divê em bi tekoşîneke hevpar tecrîd û lîstokên dewletê pûç bikin

Parêzer Şeker her wiha destnîşan kir ku krîza aborî ya li Tirkiyê jî ku her diçe kûrtir dibe bi van polîkan ve girêdayî ye.

Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP”ê Bunyamîn Şeker di dawiyê de ji hemû hêzên muxalif yên Tirkiye daxwaz kir ku bi têkoşîneke hevpar tecrîd û lîstikên dewletê pûç bikin.

Di civînên bi gel re de daxwaza şikandina tecrîdê

Her wiha derbarê mijarê de Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Serdar Tum jî axivî û bal kişande ser daxwazên gel ji bo bidawîkirina tecrîdê.

Serdar Tum diyar kir ku di civînên jinûvesazkirinê de rojev û rexeneyên gel derbarê neşikandina tecrîde de ye

Serdar Tum: Dema tecrîd were şikandin dê krîz jî çareser bibin

Tum destnîşan kir ku dema tecrîd were şikandin dê krîz jî çareser bibin û got:

Pêşniyar û rexneyên gelê me wê bibin nexşerêya me.

Qedexeya hevdîtina parêzeran a bi Rêber Apo re 12 sal in didome

Back to top button