Rêveberiya Sivîl a Dêra Zorê dergeha El-Salihiyê vekir

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêra Zorê dergeha El-Salihiyê vekir.

Dergeha El-Salihiyê herêma Dêra Zorê bi herêmên hêzên hikumeta Şamê yên li Dêra Zorê ve girê dide.

Nêzî salekê bû deriyê navborî ji ber vîrûsa coronayê hatibû girtin.

Vekirina vê deriyê tevgera şêniyan di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de hêsantir kir.

Dergeha El-Salihiyê dergeha sereke ya aliyê bakurê Dêra Zorê ye.

Li gorî lihevkirina Rêveberiya Sivîl a Dêra Zorê û hikumetê, derî dê hefteyê 3 rojan (şemî, duşem û çarşem) ji seat 09.00’an heta 15.00’yan were vekirin.

Ji rêveberên nivîsgeha derbasbûnê Mihemed El-Hisên eşkere kir ku hewl didin dergehê rojane vekin û bikin dergeheke bazirganiyê.

Şêniyên li herêma di bin kontrola hikumeta Şamê de, ev gava Rêveberiya Xweser bi keyfxweşî pêşwazî kirin.

Back to top button