Li kêleka çalakiya li zindanan çalakiyên Nobeta Edaletê yên li Amed, Wan, Edene û Mêrsînê jî dewame.
Di çalakiyan de berxwedanan zindana hate silav kirin û hate gotin: “Divê her kes bibe dengê vê têkoşînê.”
Çalakiyên Nobeta Edaletê yên ji bo piştgirtiya greva birçîbûnê ya li zindana hatin destpêkirin dewame.
Li bajarê Amed, Wan, Edene û Mêrsînê carake din li cihê çalakiyê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.
Li Mêrsînê çalakî bi beşdariya dayikên Aştiyê û gelek rêxistinên civaka sivîl didome.
Li wir kesên ku axivîn balkişandin ser tecrîda giran kirî û gotin:
“Divê em xeberekê ji Rêberê xwe bigirin. Divê dewleta Tirkiyê gavekê biavêje. Tecrîd, di şexsê Rêbertiyê de li ser hemû kurdan tê domandin. Em vê yekê qebûl nakin û em ê bitêkoşin.”
Li Edeneyê jî dayikên Aştiyê di çalakiya nobedê de axivîn û diyar kirin ku divê rêber Apo bi awayekî fizîkî azad bibe.
Bi heman awayî li Wanê jî çalakî dewame.
Li wir jî çalakvanan banga piştgiriya bi greva girtiyan re ragihandin û gotin:
“Em ê li cem girtiyên ku li zindanan dest bi greva birçîbûnê kirine, bin.”
Her wiha li Amedê jî çalakî di çarçoveya piştgiriya bi girtiyên zindanan re dewame.
Li wir dayikên çalakvan axivîn û berxwedana zindana silav kirin.