Di 11’ê Çileyê de hemşîrê Heyva Sor a Kurd Basim Mihemed li kampa Holê ji aliyê DAIŞ’iyekî hat qetilkirin.
Li dijî vê kirinê Hevseroka Heyva Sor a Kurd Êva Ehmed Elî diyar kir ku dibe bila bibe dê xizmeta gel berdewam bikin .
Derbarê mijar Êva Ehmed ji ajansa HEWAR’ê re axivî û li ser detayên bûyerê ev agahî dan:
” Kampa Holê zêdetirî 70 hezar kes tê de ne û piraniya wan DAIŞ’î ne.
Li kampê navendeke me heye û hevalê me şehîd Basîm 5 sal bû xebatkarê me bû.
Bûyer 11’ê Çileyê çêbû .
DAIŞ’iyekî rûyê wî girtî bi hinceta ku li xizmên xwe yên nexweş bipirse, tê navendê.
Hevalê me hewl dide li ewlehiyê bigere û kesê DAIŞ’î bi çeka bêdengkirî gule berdide serê wî.”
Êva Elî îdiayên têkildarî ku navenda Heyva Sor a Kurd a li kampa Holê hatiye girtin, derewandin.
Êva Ehmed dawiyê ev peyam da:
“Ez dixwazim ji gelê me re bibêjim; Heyva Sor Kurd dê tu carî venekişe.
Çi dibe bila bibe em ê xizmeta vî gelî bikin.”