Dagirkeriya dewleta Tirk bi rêya ajanên polîsên leşkerî, serweriya xwe li ser herêmê pêk tîne

Dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê planên xwe talanê dixê dewrê.
Dewleta Tirk li Girê Spî bi navê “Polîsên Azad” ajanên xwe belav dike û hewl dide ku bi rêya lihevkirina “Hikumeta Demkî” talankirina hilberînên herêmê rewa bike. Li gorî vê lihevkirinê şêniyên Serêkaniyê wê hilberînên xwe bi bihayên gelek erzan bifroşin dewleta Tirk.

Dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê niha jî bi lez û bez planên xwe yên talanê û dagirkeriyê dixe dewrê.

Hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên ku dagir kirine ajanên xwe belav dike.

Çavkaniyên herêmî anîn ziman ku dewleta Tirk a dagirker li Tirkiye ji bo çeteyên xwe dewreyên perwerdeyê vekiriye û wan di bin navê “Polîsên Azad” de birêxistin dike.

Li gorî agahiyan, endamên çete ku li ser bingeha îstixbaratî hatin perwerdekirin, li bajarê Girê Spî ji bo ajantiyê hatine erkdarkirin.

Hat diyarkirin ku yek ji armanca çeteyan jî ew ê ku di nav pêkhateyên herêmê de fitne û nakokiyan belav bikin.

DEWLETA TIRK HEWL DIDE TALANKIRINA HILBERÎNÊN HERÊMÊ REWA BIKE

Ji aliyê din ve dewleta Tirk a dagirker bi rêya “Hikûmeta Demkî” dixwaze dagirkeriya xwe rewa bike.

Herî dawî wezîrê aborî yê “Hikumeta Demkî” li ser zimanê wezîrê wê yê aborî Ebdulhekîm El-Misrî ragihand ku wî bi dewleta Tirk re lihevkirinek mohr kiriye.

Li gorî wê lihevkirinê Tirkiyê wê ceh ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî bikire.

Li gorî El-Misrî ragihand, dewleta Tirk wê her tonek ceh bi hezar û 100 lîreyên Tirkiyê ango 200 dolar bikire.

Li gorî vê lihevkirinê şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî wê hilberînên xwe bi bihayên gelek erzan bifroşin dewleta Tirk.

Ebdulhekîm El-Misrî her weha da xuyakirin ku ji bo dewleta tirk ji bajarê Efrînê zeyta zeytûnê bikire jî peymanek mohr kirine.

Hukûmeta dagirker a bi navê “Hikumeta Demkî” di 19`ê Adara 2013`an de li Stenbolê bi desteka dewleta Tirk hatibû avakirin.

Leave a Reply

Back to top button