Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, civîneke xwe bi awayekî fermî li Qamişlo pêk anî.
Piştî biryara Rêveberiya Xweser a destûrdayîna ji bo xebatên ENKS’ê ev civîn pêk hat.
Li gorî malpera Encumenê, gelek berpirsên ENSK’ê di civînê de amade bûn û rewşa Sûriyê nîqaş kirine.
Her wiha ragihandin wê da zanîn ku, ENSK’ê Tirkiyê bi pêkanîna guhertina demografîk tewanbar kiriye û xwestiye li hemberî vê yekê avakirina baweriyê navbera aliyên Kurdî de were avakirin.