Li Emerîka di encama teqîna di kargeha firokeyan de 15 kes birîndar bûn

Li eyaleta Kansas a Emerîkayê teqînek di kargeheke firokeyan de rû da û bi dehan kes birîndar bûn.

Di kargeheke kompanyaya Tîkstron a firokeyan li nêzî bajarê Wîtşîta yê eyaleta Kansas a Emerîka de xeteke Nîtrojînê teqiya û di encam de bêtirî 15 kesan birîndar bûn.

Rêveberê xizmetguzariyên bijişkî yên lezgîn Jon Galager eşkere kir ku 11 kes bo nexweşxaneyê hatin veguhestin ku rewşa yekî ji wan giran e.

Kompanya Tîkstron a firokeyan yek ji yekîneyên kompanyaya Tîkstron e ku firokeyên Pîtşkraft û Sîsîna çêdike.

Leave a Reply

Back to top button