Hungaryayê serokkomarê nû hilbijart

Di Meclisa Neteweyî ya Hungaryayê de ji bo serokkomariyê bi tevlîbûna 147 parlamenteran hilbijartin pêk hat.
Bi dengê 134 parlamenteran ve Tamas Sulyok bû Serokkomarê nû yê Hungaryayê.

Li Hungaryayê hilbijartina serokkomariyê pêk hat.

Dengdana ku ji Meclisa Neteweyî ya Hungaryayê hat dayîn Tamas Sulyok bû serokkomarê nû.

Tamas Sulyok Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn a Hungaryayê bû.

Di meclisê de 147 parlamenter dengê xwe bikaranî û Sulyok 134 deng bidest xist.

Piştî sistema komûnîst a ku di 1989’an de hilweşiya Tamas Sulyok bû 7’emîn serokkomarê welêt.

Tamas Sulyok bû serokkomarê 7’emîn a Hungaryayê

Piştî hilbijartinê Sulyok axivî û diyar kir ku ji bo di navbera mafên destûra bingehîn û nirxan de hevsengiyê ava bibe bixebite.

Tamas Sulyok dê 5’ê Adarê bi merasîmekî dest bi erkê xwe bike.

Serokkomara berê yê Hungaryayê Katalîn Novak ji ber kesê ku bi tawanê destavêtina zarokan hatibû girtin afû kiriye, bûbû armancê bertekan.

Novak di 10’ê Sibatê de daxuyaniyek da, anî ziman ku di vê mijarê de xeletî kiriye.

Piştî daxuyaniyê Katalîn Novak îstîfa kiribû.

Back to top button