Li herêma Avaşînê 3 gerîlayên HPG’ê bi çekên kîmawî şehîd bûn

Artêşa Tirk a qirker ku li Avaşînê hember berxwedana gerîla têk çûye û dest bi karanîna çekên kîmyewî kiriye.
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûne, eşkere kir.

Artêşa Tirk a qirker ku li hember berxwedana gerîla ya herêma parastinên medyayê taybet jî Avaşînê têk çûye û nikare gavek jî pêş ve were.

Ji bo pêşî têkçûna xwe bigre sûcên şer dike û çekên kîmyewî li dijî gerîla bikartîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got:

“Di daxuyaniya xwe ya 15’ê Îlona 2021’ê de me ragihandibû ku 3’ê Îlonê artêşa Tirk a mêtinger ji ber ku nekarî li pêşberî berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê encamê bi dest bixe, li qada berxwedanê ya Girê Sor serî li rê û rêbazên dijî mirovahiyê da, gazên kîmyewî bi kar anî û di vê êrişê de 3 hevrêyên me şehîd bûn.

Her wiha HPG’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku hevrêyê wan Botan Ozgur ku ji Wanê ye, Zinarîn Welat ku ji Hesekê ye, Delal Qamişlo ku ji Qamişloyê ye di êrîşa namerdane ya artêşa qirkerde bi çekên kîmyewî şehîd ketine.

Navendê di daxuyaniya xwe de soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Agahiyên li ser nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûne wiha ne.

Nasnav: Botan Ozgur

Celal Oczan bi nasnav Botan Ozgur ji Wanê ji dayîk bûye 3’ê Îlona 2021’an li Avaşînê şehîd di êrişên çekên kîmyewî de şehîd bû.

Rama Şemdîn bi nasnav Zinarîn Welat ji Hesekê ji dayîk bûye 3’ê Îlona 2021’an li Avaşînê di êrişên çekên kîmyewî de şehîd bû.

Hîva Mamo bi nasnav Delal Qamişlo ji Qamişloyê ji dayîk bûye 3’ê Îlona 2021’an li Avaşînê di êrişên çekên kîmyewî de şehîd bû.

Back to top button