Salvegera 9. ya rizgarkirina Til Hemîs bi şahiyek hate pîrozkirin

îro salvegera 9’emîn ya rizgarkirina navçeya Til Hemîsê ye.
Bi vê boneyê, xelkên navçeyê ev roj bi şahiyekê pîroz kirin.
Di şahiyê de welatiyan soza şopandina rêya şehîdan û xurtkirina têkoşînê dan.

2015 bi saya YPG û YPJ’ê navçeya Til Hemîs a Qamişlo ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin..

Belê îro salvegera 9’emîn a rizgarkirina navçeya Til Hemîs a kantona Cizîrê ye.

Bi vê boneyê şêniyên navçeya şahiyek li darxist.

Şahî li qada leyîstgeha Beledî ya rojhilatê navçeyê pêk hat.

Di şahiyê de şênî, nûnerên saziyên sivîl, leşkerî, xizmetguzarî, ewlekarî, partiyên siyasî, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star beşdar bûn.

Eendamê Akademiya Civaka Demokratîk a navçeyê Seîd El Seyid rola YPG û fedakariya şehîdan di rizgarkirina navçeyê ji çeteyên DAIŞ’ê de, silav kir.

El Seyid soza parastina navçeyê li gor xebatên hevbeş li kêlek hêzên leşkerî da.

Bi navê serokeşîrên navçeyê, Newaf Nayêf jî got:

“Fedakariya şehîdan bingeha hebûna me û azadiya me ye.”

Ji Fermandarên QSD’ê li Til Birak Amir Elî destnîşan kir ku hevgirtina şêniyan û hêzên leşkerê hemû êriş têk birin û banga xurtkirina vê hevgirtinê kir.

Endama Kongra Star a Til Hemîs Şêx El Casim teqezî bi girîngiya bilindkirina asta têkoşîna jinan li gor fikrê neteweya demokratîk û azadiya jinan, kir.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Ehmed El Ebawî soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên navçeyê da.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

şahiyê hinekî biherikîne….paşê nerînê bidin

Back to top button