Peşmergê Derîn: PDK’ê dijminê Kurdan tîne Başûrê Kurdistanê

Pêşmergeyên Dêrîn bi bîrxistin ku PDK 31’ê Tebaxê 1996’an de bi rejîma Baas ya Sedam re lihev kir û tankên Baas’ê anîn ser Hewlêrê û gotin: Îrojî PDK disa bi sestê dijminê kurdan dixwaze şer derxîne, heger şerekî biqewime wê başûrê Kurdistanê ji dest bidin.

Pêşmergeyê dêrîn Xalid Hacî Mela da zanîn ku di roja 31’ê Tebaxa 1996’an de Hewlêr di destê YNK’ê de bû.

PDK bi hikûmeta Baas re lihev kir leşker û tankên rejîmê anîn Hewlêr ê.

Pêşmergeyê dêrîn Hacî Mela diyar kir ku rewşa ku niha di navbera her du partiyan de (PDK û YNK) tê dîtin, bêhna şerekê din yên navxweyî jê tê û wiha got:

“Vê carê şer biqewime, emê Başûrê Kurdistanê ji dest bidin.

Em bang li herdû aliyan dikin ku pirsgirêkên di navbera xwe de bi rêyên aştiyane çareser bikin.”

Her wiha pêşmergeyekê din yê dêrîn Cengî Basir jî wiha ev tişt anî ziman:

“Şerê navxweyî yê di navbera du hêzên Kurd, tişteke gelek xirabe.

Lê ya ji wê kirêt tir ewe ku hêzeke Kurd biçe dijminê Kurdan bîne ser xaka Kurdistanê.”

Back to top button