Li Idlibê, hêzên hikumeta Şamê deverên çeteyên dewleta Tirk topbaran kirin

Li Idlibê her diçe şer gur dibe, Hêzên hikumeta Şamê û balafirên şer yên Rûsî deverên çeteyên Tirk yên li Idlib û Hemayê, topbaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikumetê zêdeyî 40 top avêtin herêmên Fitêra, Filêfil û Benîn û herêmên li Bidema ya rojavayê Idlibê.

Hat diyar kirin di encamê de jinek û zarokek birîndar bûn.

Her weha hêzên hikumetê herêmên li El-Ziyara û El-Enkawî yên li Sehil Xab ên bakur û rojavayê Hemayê, topbaran kir.

Balafirên şer yên Rûsyayê jî girên Kebanê yê li bakurê Laziqiyê bombebaran kirin.

Duh jî balafirên Rûsî bajaroka El-Bar yê li Cebel Zewiyê bombebaran kir

Li gorî Çavdêriya Sûrî, êrîş li nêzî nuqteyeke çavdêriyê ya artêşa Tirk pêk hatin.

Back to top button