Jinên ku tev li dewreya bîrdozî ya Şehîd Yusra Derwîş bibûn derbarê guhertina kesayeta wan a di dewreyê de axivîn û destnîşan kirin ku perwerde ber bi xwe rizgarkirinê ve, gaveke mezin e.
Necla Hemze diyar kir ku perwerde di guhertina neyêniyên mirov de roleke mezin dilîze û got:
“Ew semînerên têr, tijî û girîng hiştin ku ez fikrê xwe baştir bikim.”
Rewa Hemamê jî da zanîn ku ew bi tevlîbûna ji perwerdê re ji xistletên şaş xelas bû û wiha hestên xwe bilêv kir:
“Ji bo rizgarkirina xwe min gavên mezin avêtin û piştî vê perwerdeyê guhertin di kesayeta min de çêbû.”
Ez ê jî vî fikrî belav bikim û bawer im ku ew ê li seranserî cîhanê belav bibe.”
Endama Akademiya Star a Kongra Star a Helebê Ranya Hemo destnîşan kir ku perwerde bi beşdariya jinan û pêşniyarên wan dewlemend bû û got:
“Xuya bû ku pêwîstiya jinan bi perwerdeyê hebû da ku nêrîn xwe parve bikin.
Ew xwedî îradeyeke xurt in û ew ê tiştên ku fêr bûne di pratîkê de pêk bînin.”