Li Meksîkayê serketina hilbijartinê ya Partiya Çep

Li Meksîkayê Partiya Çep a li ser desthilatdariyê, li eyaleta welêt a xwedî nifûsa herî qelebalix, di hilbijartinan de bi ser ket.

Li Eyaleta Meksîkayê ya li derdora paytextê, doh hilbijêr çûn ser sindoqan.

Bi giştî 12,6 milyon hilbijêr çûn ser sindoqan.

Li gorî encamên ku ne teqez in, di navbera ji sedî 48,7 û 50,2’ê de tevlîbûn çêbû.

Eyaleta Meksîkayê ku bi nifûsa xwe ya 17 milyonî ji nifûsa gelek welatan mezintir e, li gorî çavdêrên siyasî komarek e biçûk e.

Tevgera Nûbûnê ya Neteweyî (Morena) ku li ser desthilatdariyê ye, wezîfeya walîtiya eyaletê wergirt û kelha 90 salî ya Partiya Şoreşger a Komeleyê (PRI) bi dest xist.

Namzeta Morenayê Delfîna Gomez bi hewayê popularîteya Serokomar Andres Manûel Lopez Obrador, 9 pûan ferq xist navbera xwe û Alejandra del Moral de.

Mamostaya 60 salî Delfîna Gomez ku lîdertiyê ji koalîsyona “Em ê bi hev re çêbikin” re dike, wiha got:

“We biryar da ku pêvajoya guherînê ya ku welatê me tê de derbas dibe, bandora xwe li dewletê jî bike.”

Morena ku di hilbijartinên serokomariya federal a sala 2018’an de hat ser desthilatdariyê, ji 32 eyaletan 22’an bi rê ve dibe.

Back to top button