Ji Rûsya bersiva tetbîqatên NATO yên Baltîk ê

Li Derya Baltîkê av germ dibe.
Hemwextî tetbîqata NATO ya li derya Baltîkê, ji Moskowê gavek bi peyam hat avêtin.
Artêşa Rûsya li Derya baltîkê heta 15 Hezîranê wê tetbîqatekî berfireh pêk bîne.
Di tetbîqatê de, 40 keştî, 25 balafir û nêzî 3 hezar û 500 xebatkar wê hebin.

Li nava Derya Baltîk, metirsiya NATO û Rûsya derketiye pêş.

Welatên endamên NATO li Derya Baltîk dest bi tetbîqata xwe ya salane kirine.

Hemwextî vê tetbîqatê Rûsya jî li heman herêmê dest bi tetbîqatekê kiriye.

Artêşa Rûsyayê ragihand ku heta 15’ê Hezîranê wê 40 keştî, 25 balafir û nêzî 3 hezar û 500 personel beşdarî tetbîqatên li Baltik bibin.

Her wiha Moskow bi beşdariya bêtirî 60 keştiyên şer û piştevaniyê yên Fîloya Pasîfîkê, li Deryaya Japonya û a Oxotskê dest bi tetbîqatê kir.

Di heman demê de hêzên deryayî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) diyar kir ku 6,000 personel, 50 keştî û bêtirî 45 balafir yên aliyê NATOyê beşdarî operasyonên wê bûne.

Fînlandiya weke endamê NATO cara yekem beşdarî tetbîqatê bû

Fînlandiya yekem car wek endama hevpeymaniyê beşdarî tetbîqata dawî dibe.

4’ê Nîsanê Fînlandiya bi awayekî fermî beşdarî NATO bû.

Bi vê yekê re jimara endamên NATO derket 31’an.

Her wiha sînorê welatên NATO yê bi Rûsyayê re du qat zêde bû.

Fînlandiya piştî 24’ê Sibatê êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna dest ji polîtîkaya xwe ya bêalîbûnê berda.

Bi vê yekê re 18’ê Gulanê tevî Swêdê serlêdana endamtiya NATO yê kir.

Niha jî ev welat hewil dide di bin sîwana NATO yê de, ewlekariya sînorên welatên xwe ya ji egera êrişe Rûsya li ser wê re pêk bîne.

Back to top button