Li Rojhilat û Îranê bi sedan kes daketin kolanan

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pênc mehin bê navber dewam dike. Tevî darvekirin, kuştin, girtin û êşkenceyan jî xelk li kolananin. Duh li herêmên Rojhilat, Belucistan û Gulistan çalakiyên li dijî dewleta Îranê hatin li darxistin.

Piştî kuştina jina kurd Jîna Emînî li Îranê di bin pêşengtiya jinan de ji Tehranê heta Rojhilatê Kurdistanê welatî daketin kolanan û xwepêşandan li darxistin.

Xwepêşandanên bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li seranserê cîhanê belavbû û dewam dike.

Tevî kuştin, girtin, êşkence û darvekirinan heta niha bi şêweyên cur be cur û bê navber xwepêşandan didome.

Duh li bajarên weke Zahîdan û Xaş yên parêzgeha Sistan û Belucistanê, tevî hewayek dijwar ya leşkerî û emnî, meş û xwepêşandanên mezin hatin li darxistin.

Xwepêşanderên Beluc daxwaza azadkirina girtiyên Sîstan û dawî lêanîna pêgavên girtin kirin.

Heman demê de li bajarên Sine û Serdeşt ên Rojhilatê Kurdistanê, li dijî girtina melayên ku piştgiriya xwepêşanderan kiribûn, xwepêşandan hatin li darxistin.

Li gundê Nenele yê bajarê Sine, li ber mizgefta gund çalakî hat li darxistin û nerazîbûn li dijî zextên dewleta Îranê hatin nîşandan.

Li bajarê Serdeşt xelk li dijî girtina melayê mizgefta gundê Marexan Mela Fethula Rostemî kombûn û daxwaza serbest berdana wî kirin.

Her wiha li bajarokê Galîk a ser bi parêzgeha Gulistan jî xwepêşandanek pêk hat.

Li Cîhanê piştgirya bi serhildanên li Îran û Rojhilat dewam dike

Li dervey Îranê jî piştgiriya ji bo Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berdewam e.

Duh di dema vekirina Festîvala Filman a Berlînê de, hinek jinên aktor dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berzkirin.

Her wiha li Elmanyayê jî biryare di Konferansa Ewlekariyê ya Mûnihê de bi navê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bên guftugokirin.

Hêjayî gotinê ye ku di Konferansa Ewlekariyê ya Mûnihê ya îsal de, li şûna nûnerên dewleta Îranê, hinek kesayetên oposîzyonê hatin vexwendin.

Back to top button