Ciwanên Tebqayê komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin

Li Navçeya Cirniyê ya Tebqayê li dijî komploya navnetewî, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ve meşek organîzekirin.

Ciwanan ji Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê dest bi meşê kirin

Li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li navçeyê, daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de komplo hat şermezarkirin û hat gotin:

“Em vê komploya li dijî Rêber Ocalan di her sal û her kêliyekê de şermezar dikin.

Her wiha helwesta CPT′ê ku îdia dike ew rêxistineke mirovî ye jî şermezar dikin.

Ji ber di partîkê de ew amûra di destê rejîmên kapîtalîst de ye û di serî de xizmeta siyaseta dewleta Tirk dike”

Di daxuyaniyê de bang azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hat kirin û hat gotin:

“Bi pêşengtiya jinên ciwan û ciwanan em ê destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin, armancên şoreşa xwe pêk bînin û fikra azad li tevahî cîhanê belav bikin.”

Back to top button