Alîkariya Rêveberiya Xweser a ji 100 tankerên mazotê gihiştin Heleb û Şehba

Alîkariya rêveberiya xweser a ji 100 tankerên mazotê pêk tê gihişt Şehba, taxa Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de.
Xelkên herêmê jî, di çarçoveya hemleya “Bi hev re ji bo mirovahiyê” komkirina alîkariyan didomînin,

Alîkariyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihişt Şehba, taxa Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de li bajarê Helebê.

Alîkarî ji 100 tankerên mazotê pêk tê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 60 tanker şandin herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de, 10 tanker şandin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û 30 jî şandin kantona Şehba.

Alîkarî wê li ser dezgehên xizmetguzarî û xelkê were belavkirin.

Şêniyên Eyn Îsa alîkariyê ji mexdûrên erdhejê re kom dikin

Li aliyê din, ji bo alîkariya mexdurên erdhejê, li bajarên bakur û rojhilatê Sûriyê komkirina alîkariyê didome..

Meclisa kantona Girê Spî di çarçoveya hemleya “Bi hev re ji bo mirovahiyê” dest bi komkirina alîkariyan ji bo mexrûdên erdhejê kir.

Bi dehan şêniyên navçeya Eyn Îsa berê xwe da konê komkirina alîkariyan ku Meclisa kantona Girê Spî li Parka Xwendinê daniye.

Komkirina alîkariyan li navçeya Eyn Îsa û navçeyên kantona Girê Spî, wê heta hefteyekê dewam bike.

Meclisê 3 konên din jî li navçeya Heba, Cirin û Hîşê yên Girê Spî danîne.

Şandeyeke Desteya Perwerdê serdan Şehba û taxên Heleb kir

Li aliyê din, Şandeyeke Desteya Perwerdê ya rêveberiya xweser di çarçoveya alîkariya ji bo zirarên ji erdhejê, serdana Şehba û taxa şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir.

Şande ji bo şopandina şert û mercên dibistanan piştî erdhejê, bandora wê li ser herêmê û pêşveçûna pêvajoya perwerdeyê serdan kir.

Şande bi rêveberên dibistanan re civiya û rewş û zehmetiyên heyî niqaş kir..

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di encama erdhejê de li van taxan 5 dibistan ji xizmetê derketin û 15 dibistanan jî zirar dîtine.

Şandeya Rêveberiya xweser a Perwerdê, rewşa xwendinê li Şehbayê bi trajîdîk bi nav kir.

Back to top button