Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser tawanbariyên revandin, girtin an jî bikaranîna “Eşbal El Xîlafe” yên di rapora Konseya Mafên Mirovan de derewandin û diyar kir ku “Şopandina kamp û girtîgehan ji her kesî re vekirî ne.”
Daîreyê li ser propagandayên li dijî Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da û got:
Bi salan e hîna dosyaya DAIŞ’ê, çekdar, malbat, zarok û jinan bê çare ye.
Berpirsyariyên van girtîgeh û kampan, ruxmî bangên dubare ji bo ku civaka navneteweyî, hîne jî li ser milê Rêveberiya Xweser e.
Propagandayên têkildarî revandin, girtin an jî bikaranîna zarokan ne rastin û bê bingehin.
Girtîgeh, kamp û navendên perwerdekirinê yên li herêmên me, li pêş her kesî vekirî ne û berê jî gelek aliyan serdana van girtîgehan kiriye û rewş şopandiye.
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser di dawiyê de got:
“Ji aliyên navneteweyî tê xwestin ku bi erkên xwe yên li hember krîzên mirovî, aborî û ewlehî rabin û li dijî terorê têbikoşin.
Rêveberiya Xweser hîna jî, ji hêza xwe zêdetir ji bo mayîndekirina ewlehiyê li herêmê dixebite.