SOHR: Di erdhejê de zêdetirî 7 hezar û 500 kesên Sûrî jiyana xwe ji dest dan

Her ku dem derbas dibe hejmara qurbaniyên erdhejê zêdetir dibe.
Çavdêriya Sûrî SOHR ragihand ku heta niha di erdheja li Bakurê Kurdistanê û Sûriyê 7 hezar û 535 welatiyê Sûrî jiyana xwe ji dest dan.

Erdheja ku li Sûriyê da bi xwe re malwêraniyek mezin anî.

Parêzgehên Laziqiyê, Tertûs, Hema, Heleb û Idlibê deverên herî zêde zirar dîtin e.

Bi sedan avahî hilweşiyan û bi hezaran kes bûn qurban.

Li bin kavil û kevirên avahiyên hilweşiyayî bi sedan kes man e, lê hîn ti kes nizan heger kesên asêmane hîn dijîn ya jî jiyana xwe ji dest dane.

Tîmên lêgerînê jî bi hemû derfetên xwe li herêmên hilweşiyayî hewl didin kesên asê derxînin.

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de jî bi sedan avahî bi ser xwediyên wê ve ketin xwarê.

Bi taybet li navçeya Cindirêsiyê ya Efrîna dagirkirî ku ji ber erdhejê avahiyên wê bi erdê re bûn yek.

Dewleta Tirk a dagirker nehişt tîmên lêgerîn-rizgarkirinê û alîkarî bigihêjin wir.

Lewma hejmaran qurbaniyan li herêmên dagirkirî ji yên herêmên hikûmetê zêdetir bû.

Her ku dem derbas dibe hejmara qurbaniyên erdhejê zêdetir dibe.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR ragihand ku di erdheja li Sûriyê heta niha 5 hezar û 763 kes jiyana xwe ji dest dan.

Çavdêriyê da zanîn ku ji wan 2 hezar û 196 ji herêmên hikûmetê û 3 hezar û 567 kes ji herêmên dagirkirî ne.

Hejmara welatiyên Sûrî yên ku li Bakurê Kurdistanê di encama erdhejê jiyana xwe ji dest dan gihaşt hezar û 772 kes.

Li gorî çavdêriyê, bi giştî di erdheja li Sûrî û Bakurê Kurdistanê 7 hezar û 535 welatiyên sûrî jiyana xwe ji dest dan.

Tê gotin ku dibe hejmara qurbaniyan ji vê daneyê zêdetir bibe.

Back to top button