Li Meksîkayê di nava du rojan de bêtirî 500 koçber hatin girtin

Rêveberiya Meksîka ragihand ku tenê di nava 2 rojan de, bêtirî 500 koçberên ku dixwestin xwe bigihînin DYA hatine binçavkirin.

Enstîtuya Koçberiyê (INM) roja şemiyê ragihand ku li bajarê Veracruz ê li rojhilatê Meksîkayê 206 koçberên qaçax di traktorekê de hatine terikandin.

Şaredarê bajêr Roberto Montiel li ser hesabê xwe yê medya civakî diyar kir ku jin û zarok di nav de bêtirî 180 koçberên rewşa wan metirsîdar hebûn.

Enstîtuyê eşkere kir ku roja Înê li Veracruzê di du operasyonên cuda da 303 koçber hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya INM’ê, 6 kes bi îdiaya ku ji Kuba, El Salvador, Guatemala, Honduras û Nîkaragûayê neqanûnî sewqiyata koçberan kirine, hatin girtin.

Di heman rojê de, 196 koçberên din, di nav wan de 19 zarokên bêserûber di pişta traktorekê de hatine dîtin.

Back to top button